Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin 2020-11-27 14:58:31   ÊLIH - Li Êlihê, di çarçoveya lêpirsînekê de, polîsan bi ser malan de girtin û 15 kes binçav kirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi rêve bir de, serê sibe li navend û taxên bahêr bi ser gelek malan de girtin û 15 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku her 15 kes bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê Necmettîn Îlhan ê di 22'yê Îlona 2014'an de, li Kobanê jiyana xwe ji dest da bû bûne hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.   Ji kesên hatin binçavkirin navê kesekê nehat zanîn. Navê 14 kesên din wiha ye: "Şemsettîn Eser, Abdulkadîr Soyvûral, Mehmet Uluç, Leyla Açar, Mîzgîn Avanaş, Behçet Gungor, Fatma Tan, Kenan Gungor, Muhîttîn Şahîn, Muzaffer Oran, Menaf Kizar, Faruk Ergun, Mehmet Selîm Akyol û Mehmet Utanç."    MÊRDÎN    Ji parêzerên Baroya Mêrdînê Abdulkadîr Guner, ê di çarçoveya lêpirsîneke derbarê wî de hatibû vekirin çû Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê îfade bide, li wê derê hat binçavkirin. Hat dest nîşan kirin ku bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kirin" lêpirsîn derbarê Guner de hatiye vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê derbarê Guner de biryara binçavkirinê ya 2 rojan da.