Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin 2020-11-27 16:16:09   ENQERE - Rêxistinên hiqûq û parêzeran bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan û gotin: “Em destûr nadin ku pergala rê li pêş parastina rastiyan digire bê asteng kirin. Em destûr nadin parastin bê tunekirin."   Şaxên Komeleya Huqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) yên Enqereyê, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê û endamên Hiqûqa Civakî, binçavkirina parêzerên li Amed û Enqereyê şermezar kirin. Hiqûqnas û parêzeran li avahiya Şaxa OHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endamê Hiqûqnasên Civakî Bariş Barişik, diyar kir ku der barê gelek parêzeran de biryara binçavkirinê hatiye stendin û wiha got: "Polîsan bi ser mala Parêzer Aytaç Unsal ê ket rojiya mirinê û niha tê dermankirin jî de girtin. Di demê dawî de bi ser mala parêzeran de digirin û tu aliyê vê yekê yê hiqûqî tune ye. Em destûr nadin ku pergala rê li pêş parastina rastiyan digire bê asteng kirin. Em destûr nadin parastin bê tunekirin."