ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-28 09:00:06 * Abdûlgaffar Evren, ji ber sîxurtî lê hatibû ferzkirin serî li dozgeriyê dabû. Lê belê dozger jê re gotiye: "Tişta ji te xwestine ne tiştekî xirab e, çima qebûl nakî?"  * Parêzer Abdûrrahman Îlgîn da zanîn ku girtiyên rojavayî li girtîgehan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û got: "Girtiyên rojavayî li Tirkiyeyê tên cezakirin û bi ser de jî dixwazin li Sûriyeyê jî wan ceza bikin."    * Rewşa girtiyê nexweş Abdûllah Tûran ku ji stû berjêr felcî ye û gelek nexweşîn lê peyda bûne, xedar e. Parêzerê wî Vedat Ece got: "Dibe ku van rojan xebera mirina Tûran bê."    * Fîkret Ozkaçmaz ku 30 sal in meşkan çêdike, anî ziman ku lê mixabin ji ber teknolojiyê her diçe sinheta wî jî ji taqet dikeve.    * Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku îqtîdara AKP- MHP'ê di nava şerekî de ne û wiha got: “Niha MHP'ê pir zelal aşkere kir ku pişta xwe dide hêza mafyayê. Ev yek îlan kir."    * Rêveberê Navenda Lêkolînên Dersimê Selman Yeşîlgoz diyar kir ku bi desteka îqtîdarê di bin navê komele û weqfan de tarîqat rêxistinên xwe dikin û got: “Dixwazin nasnameyek tune bikin. Hewl didin elewîtiyek nû biafirînin.”    * Welatiyên 65 salî û di ser 65 salan re, anîn ziman ku ji roja şewb dest pê kiriye heya niha tenê qedexe ji bo wan tên danîn, lê belê ev biryar bandoreke neyînî li tenduristiya wan dike û wan ji civak dûr dixe.    * Baroya Amedê dê bi awayek temsîlî Endamên Rêveberiya Baroyê, rêveberên Weqfa Tahîr Elçî û hin serokên baroyan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl di salvegera 5'emîn a qetilkirina Tahîr Elçî de ji Edliya Amedê heta Minareya Çar Ling a li Sûrê bimeşin û pişt re daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.30 - 11.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Re Nexweş Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê di heftiya 325'emîn de çalakiya xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê li dar bixe. (11.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya, ji bo ku cezayê li Parlamenterê HDP'ê yê Antalya Kemal Bulbul hat birîn şermezar bike, wê li ber Birdariya Attalos daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * MED TUHAD-FED wê li Amed û Stenbolê wê li dijî operasyonên binçavkirinê yên endam û rêveberiyên xwe li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, wê bi boneya 107 meha Komkujiya Roboskî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê civîna çapemniyê li dar bixe. (12.00)   * Meclîsa HDK'ê ya Mêrsînê, ji bo ku zextên li dijî HDK'a Stenbolê şermezar bike, wê li avahiya Goç-Der'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û aktîvîstin TJA'yê, wê li dijî operasyonên binçavkirinê yên endamên xwe li Parka Xezal a Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşheîrê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê di hefteya 616'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 818'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê, çalakiya xwe ya 453'yemîn a "Rûnişta F" li ser hesabê xwe yê medya civakî û li Enqereyê jî di hefteya 325'emîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (11.00-13.30)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, wê di çarçoveya bernameya partiya xwe de li Mêrdînê hin hevdîtinan bike. (13.30)