Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?' 2020-11-28 09:03:19 STENBOL - Abdûlgaffar Evren, ji ber sîxurtî lê hatibû ferzkirin serî li dozgeriyê dabû. Lê belê dozger jê re gotiye: "Tişta ji te xwestine ne tiştekî xirab e, çima qebûl nakî?"    Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdûlgaffar Evren, gava ji mala xwe ya li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê ber bi kargeha xwe ya li Yenîsbosnayê ve diçe, sê kesên xwe weî polîsan didin naskirin pêşî lê digirin û wî bi zorê li wesayîtê siwar dikin û dibin Amîrtiya Polîsan a Polîsên çewîkê ya Yenîbosnayê.    Gava wî dibin qereqolê, wî dibin odeyekê û jê re dibêjin: "Me li dosyeya te nêrî, tu mirovekî dîndar î. Qeyda te ya sabiqeyê jî tune ye. Ji bo ku ji niha û pê ve jî çênebe, tu yê alîkariya me bikî."    Piştî vê heman kes wêneyên jineke extiyar nîşanî wî didin. Evreng got: "Min got, ez wê nas nakim. Dû re gef li min xwarin û gotin 'heger tu alîkariya me nekî, em ê wêneyê te û vê jinikê bidin çapemeniyê û em ê bibêjin rêvebirên payebilind ên PKK'ê hatin zevtkirin.' Min jî got, niha bidin. Tu sûcek min tune ye û tiştekî ku ez ji bo we bikim tune ye."   SÎXURTÎ LÊ FERZKIRIN    Evren, diyar kir ku piştî ku teklîfa polîsan qebûl nekiriye, vê carê polîsekî din bi sewteke nerm gotiye: "Seyda, me tiştek ji te nexwestiye. Şaş fêm neke. Tenê em dixwazin tiştên li derdora te diqewimin, car carina ji me re bibêjî.' Evren, bilêv kir ku piştî vê ferzkirina sîxurtiyê wî jî gotiye: "Min got, li taxê her kes di halê xwe de ye, lewma tiştekî ji we re bibêjim tune ye. Piştî vê gotin 'Dixwazî ji xwe re hinekî bifikire. Lê em roja duşemê cardin hev du bibînin' û ez berdam."    WÎ DIŞOPÎNIN    Evren, diyar kir ku piştî bûyer bi 4 rojan çûye bajarê xwe Sêrtê û got: "Ez 20 rojî mam û cardin hatim Stenbolê. Piştî hatim bi du hefteyan vê carê bi wesayîtine cuda ez şopandim. Biçûma ku derê heman kes. Hema bibêje hefê 3-4 rojan ez dişopandim. Ji ber vê ez jî çend rojan ji mal derneketim. Herî dawî hefteya borî derketim, lê vê caêr bi wesayîteke spî ya marketa wê Renaûlt ez şopandim. Gava min ferq kir min dişopînin, pêşî min berê wesayîtê da hêla Yenîbosnayê. Min dît, hê jî li dû min in. Vê carê min li nav kuçeyan xist. Dû re çûm hêla Sogutluçeşmeyê. Li vê derê sekinîm. Çûm qehwexaneyekê. Gava min dît, wesayît jî li ber qehwexaneyê sekinî, vê carê min telefonî xizmên xwe kir. Gava ew hatin wesayît ji ber qehwexaneyê çû."    SERÎ LI ÎHD'Ê DA    Evren, anî ziman ku piştî a din a rojê jî cardin wî şopandine, vê carê çûye Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û ji wir jî çûye Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê û giliyê wan kiriye.    DOZGER: ÇIMA TE QEBÛL NEKIR    Evren, behsa hevdîtina xwe ya bi dozger re kir û got: "Gava çûm cem dozger, min tiştên hatine serê min jê re gotin. Dozge rjî pirs, 'Doza çi li te dikin?' Min jî got, 'Ji min dixwazin ku tiştên li taxê diqewimin ji wan re bibêjim. Min jî qebûl nekir. Piştî min qebûl nekir, dan dû min.' Piştî vê dozger got, 'Tişta ji te xwestine ne tiştekî xirab e, çima qebûl nakî?' MIn jî got, li taxê her kes di halê xwe de ye, ma ez ê çi bibêjim.' Piştî vê dozger daxwaznameya min girt û ez derxistim derve."    ARMANC TEPISANDIN E    Evren, anî ziman ku piştî seîr li ÎHD û dozgeriyê daye, hefteyek e ku kes wî naşopîne û got: "Bi vî awayî dixwazin mirovên doza heqê xwe dikin bitirsînin û wan bitepisînin. Ji ber ku em kurd in ev tişt tên serê me. Kî bi tiştên werê re rû bi rû bimîne, bila xwe li bêdengiyê daneyne, bila doza heqê xwe bikin. Yan na wê hîn bêtir bi ser me de bên."    MA / Erdogan Alayûmat