Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan 2020-11-28 10:16:58   BÛRSA – Parêzerên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li Bûrsayê di 25’ê mijdarê de Cahît Kirkazak, Îbrahîm Korhan û Mehmet Denîz Buyuk ên parêzer hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên dan Miduriyeta Polîsan duh wan birin Edliya Bûrsayê. Dozger îfadeyên wan girt û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” her sê parêzeran bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger her sê parêzeran bi şertê kontrola edlî berda.    KESEK HAT GIRTIN    Li aliyê din hat zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de bi tevî parêzeran ve 8 kes hatine binçavkirin. 7 kes hatin berdan û Huseyîn Doken jî bi îdiya “endamên rêxistinê ye” hat girtin.