Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin 2020-11-28 10:27:21   ÊLIH – Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci vê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Vê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredara Navçeya Hezo ya Êlihê Nazîme Avci de girt û lêgerîn li malê pêk anîn. Piştî lêgerînê Avcî hat binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wê birin Miduriyeta Polîsan a Hezoyê.