Li Amedê serdegirtina malan 2020-11-28 10:53:51 AMED - Li Amedê polîsan bi ser mala rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan û rêveberê MEBYA-DER’ê Mehmet Nûr Savaş de girtin. Ji ber ku Orhan û Savaş ne li malên xwe bûn, nehatin binçavkirin.   Li Amedê di saetê serê sibê de, polîsan bi ser malên Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Adnan Orhan û rêveberê Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda Kirin (MEBYA-DER) a Amedê Mehmet Nûr Savaş de girtin. Ji ber ku Orhan û Savaş ne li malê bûn, nehatine binçavkirin. Piştî ku polîsan hemû kelûpelên malan serûbin kirin, ji malan derketin. Nehat zanîn ku polîsan bi kîjan hincetê bi ser malên Orhan û Savaş de girtin.