Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e 2020-11-28 12:27:44   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest bal kişand ser rewşa girtî Ramazan Dûrmaz ê ku gurcîkên wî nemane û xwest demildest were berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 325’emîn de çalakiya xwe birêve bir. Înîsiyatîfê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê daxuyanî da û balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz ê li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 2’an a Tîpa F dimîne. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û diyar kir ku Ramazan Dûrmaz di sala 2009’an de li Pirsûsê di mudaxileya bûyerek civakî de fîşeka gazê lê ketiye û bi giranî birîndar bûye û piştî ku ji nexweşxaneyê hatiye derxistin, ji ber li Amedê xwendekar bûye tedawiya xwe li Amedê domandiye.    REWŞA DÛRMAZ GIRAN E    Çevîrmen da zanîn ku Dûrmaz di sala 2010’an de hatiye girtin û di girtîgehê de gurcikên wî nemane. Çevîrmen got her çiqas malbata wî xwestiye sewqa wî derkeve bajarek nêzî wan û ev daxwaza malbatê hatiye redkirin. Çevîrmen destnîşan kir ku her ku diçe rewşa Dûrmaz giran dibe û Saziya Tiba Edlî tevî vê nexweşiyê jî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye. Çevîrmen diyar kir ku gurcikên Dûrmaz nemane û tevî ku pêdiviya wî bi tedawiyek baş û li mêzekirinê heye jî lê nayê berdan û di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Çevîrmen anî ziman ku jiyana Dûrmaz di xetereyê de ye û xwest demildest were berdan.