Saleke cenaze nedane malbatê 2020-11-29 09:11:07   SÊRT - Malbata Korkmaz saleke cenazeyê kurê xwe Yûsûf Korkmaz ê HPG'yî wernegirtiye. Malbatê diyar kir ku bi vî awayî tên îşkencekirin û xwest rojek berî rojekê ev îşkence bi dawî bibe.    Cenazeyê Yûsûf Korkmaz (Zinar Zagros) ê HPG'yî Yûsûf Korkmaz ku di 28'ê Îlona 2019'an de li Çiyayê Gabarê di şere de jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî saleke nedane malbatê. Malbat gava pê dihese kurê wan jiyana xwe ji dest daye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dide. Dozgerî jî berê wan dide Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Ferdên malbatê ji bo DNA'yê xwînê didin. Lê belê zêdetirî salek e hîn jî cenazeyê Korkmaz nedane malbatê.    Bav Bahrî Korkmaz, diyar kir ku ji televîzyonê pê hesiyaye ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye û gava pê hesiyaye hema di cî de çûye nexweşxaneyê, lê belê li nexweşxaneyê cenazeyê kurê xwe nedîtiye. Bav Korkmaz, bilêv kir ku li nexweşxaneyê perçeyên cenazeyên aydê kesekî din rê wî dane û got: "Cenaze yê malbatek îdirî bû. Sirf ji ber ku me bi wê malbatê re sohbet kir, polîsan tahde li min û kurê min kirin."    Korkmaz, diyar kir ku heger destûr bê dayîn dixwaze biçe cihê ku kurê wî jiyana xwe lê ji dest daye û got: "Cenazeyê wî perçe jî bûbe dixwazim wî bînim, jê re gorekê çêbikim. Em dixwazin cihekî ku em karibin serdana wî bikin û li ser dua bikin hebe. Qet nebe em ê zanibin cenaze li ku derê ye."     ‘DOZA ÇI LI MIRIYÊ ME DIKIN'    Korkmaz, destnîşan kir ku tenê ne ew, gelek kes bi vê rewşê re rû bi rû ne. Korkmaz, anî ziman ku hem cenaze îşkence dikin hem jî malbatan û xwest rojek berî rojekê ev tahde îşkenceya li wan tê kirin bi dawî bibe.   Bav Korkmaz herî dawî got: "Êdî bes e, hûn doza çi li miriyên me dikin?"