Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî 2020-11-29 09:18:10   WAN - Li Wanê jinan anî ziman ku ji ber qewimînên li Herêma Kurdistana Federe hin fikar bi wan re çêbûne û bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kirin û gotin: "Heger şerek çêbibe dê zirar bigihê her kesî. Li dijî birakujiyê rabe. Em bi yek bin."    Piştî ku rêveberiya Herêma Kurdistana Federe ya di dest PDK'ê de pêşmerge li Zînê Wertê, Garê û Metînayê bi cih kirin, rageşiyek rû da. Ligel vê piştî Hikûmeta Iraqê û PDK'ê di nav xwe de Peymana Şengalê jî îmze kirin, çend roj berê zêdetirî 8 hezar hêzn eskerî li herêma Şengalê hatin bicihkirin. Ev yek jî bû sedema bertekên tund.    Li Wanê jinan bal kişandin ser vê rewşê û bang kirin ku heger şerek biqewime dê zirar bigihê her kesî.    ‘EM HERIN YEK BI YEK'    Meryem Abî, diyar kir ku li dijî liv û tevgera PDK'ê ne û bal kişand ser xetereya şerî. Abî bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir û got: "Bi destê xwişk û birayên xwe yên kurd bigire û alîkariyê bike." Abî, destnîşan kir ku ew şer naxwazin û got: "Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Ev helwesta Barzanî nayê qebûlkirin. Heger em nebin yek em ê herin yek bi yek. Em bi tu awayî naxwazin xwîna bira biherike. Gelê kurd divê mil bide milê hev du û bi yek be."    BANG LI BARZANÎ KIR    Besna Aydogan jî bilêv kir ku li dijî şer in û ji bo şerê birakujiyê çênebe bang li Barzanî kir. Aydogan ku got "Êdî bes e, em bi destê hev bigirin û bi yek bin" anî ziman ku ev êrîşên li ser tevgerên kurdan çêdibin, roj bê dê dor were ser rêveberiya Barzanî jî. Aydogan, destnîşan kir ku bi salan e dilê dayikên kurd dişewite û got: "Bila ev şer bisekine, bila aramî çêbibe. Em giş xwişk û biraa ne. Bira cîhan xweşik bibe. Bila dayik bi destên zarokên xwe bigirin. Bila dilê dayika bes bişewite. Ji bo em neêşin, divê em ji şer re bibêjin na."    'EM GIŞ WEKÎ HEV IN'    Hatîce Akdogan jî anî ziman ku kurdên li hemû perçeyan wekî ehv in û got: "Barzanî doza çi li me dike? Heger Barzanî vê yekê bike dê zirar bigihê wî. Bila dest nede zarokên me. Bang li Barzanî û her çar perçeyên Kurdistanê dikim; Em li ku derê bin jî, em xwişk û bira ne. Em hemû divê li ber vê yekê rabin. Divê em bibêjin 'êdî bes e.'"