Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê 2020-11-30 09:04:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ehmed Qeremûs, naveroka hevdîtinên ku li Herêma Kurdistanê pêk tînin nirxand û got: "Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Em bihêvî ne ku wê encamek erênî ji van hevdîtinên me derkevin."    Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de di 9'ê cotmehê de li ser Şengalê peymanekê îmze kirin. Ev peyman weke nenaskirina vîna gelê êzidî tê pênasekirin. Rageşiya ku ji ber vê yekê li Herêma Kurdistanê dest pê kiribû, berdewam dike. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi cihkirina pêşmergeyan a li herêmên mîna Garê û Metîna, vê rageşiyê derxist asta herî jor. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber vê rageşiya ku her diçe bilindtir dibe bi awayekî lezgîn li hev civiya û Maseya Krîzê ava kir. Şandeya KNK'ê ku banga diyalogê li aliyan kir, ji bo ku pêşî li rageşiya ku PDK dixwaze mezin bike bigire, hevdîtinên girîng bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê re pêk tîne.    'DIVÊ GELÊ ŞENGALÊ BÊ GUHDARKIRIN'   Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremûs ku di şandeya KNK'ê de cih digire, derbarê mijarê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ehmed Qeremûs, diyar kir ku weke KNK helwesta wan a li dijî peymana navborî aşkera ye û wiha got: “Weke prensîb em ne li dijî peymanên ji bo çareseriya pirsgirêk û ewlekariya Şengalê ne. Ev peyman tenê di navbera du aliyan de hatiye îmzekirin. Gere her du alî bi gel û nûnerên Şengalê re bihatina gel hev û pêwistî û daxwazên wan guhdar bikirina. Wê demê tu kes li dijî vê peymanê dernediket. Lê belê rewş ne wisa ye û peymaneke beyî vîna êzidiyan hatiye îmzekirin. Eger peyman tenê di asta ewlekariyê û tasfiyekirina hêzên parastina Şengalê de be, bêgûman ew peyman wê tu çareseriyê bi xwe re neyne û dê pêşiya aloziyan veke."    'EV PEYMANE WÊ PIRSGIRÊKÊN HEYÎ MEZIN BIKE'    Qeremûs, xwest ku peymanê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin û ev pêşniyar kirin: “Em dixwazin vîn, daxwaz û pêwîstiyên xelkê Şengalê, li ber çavan bên girtin. Divê xelkê Şengalê jî di nava vê peyman û çareseriyê de cih bigire. Berevajiyê vê wê ev peyman tu çareseriyê bi xwe re neyne û bibe sedema gengeşiyên mezintirîn. Dê pirsgirêkên heyî mezintir bike. Em bihêvî ne ku aliyên ev peyman îmze kirine dê careke din daxwaz û vîna gelê Şengalê li ber çavan bigirin û çareseriyekê biafirînin.”   'EM LI BENDA ENCAMÊN ERÊNÎ NE'   Di berdewamê de Qeremûs, bal kişand ser naveroka hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku peymane ne li gorî berjewendiyên gelê kurd e, hêzên dagirker piştgiriya peymanê dikin. Şandeya me nêzî heftiyekê ye li başûrê Kurdistanê ye û ji bo çareserkirina aloziya di navbera her dû aliyan de hevdîtinan dike. Hevdîtinên me yên bi partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî, olî û akademîsyenan re didomin. Daxwaza KNK'ê ew e ku ev alozî ne bi şer bê çareserkirin. Pêşniyar û daxwaza me ew e ku ev alozî bi rûniştina her du aliyan û bi diyalogê bê çareserkirin. Eger ev pêk neyê û di navbera hêzên pêşmerge û hêzên parastina Şengalê de pêvçûn derbikevin wê xesareke gelek mezin derkeve pêşiya me. Di vê pêvçûnê de jî wê berjewendiyên gelê kurd tune bibin. Wê mal wêranî û zirareke gelek mezin bi xwe re bîne.”   'TIRKIYE DIXWAZE DAGIR BIKE'   Di dawiya axaftina xwe de Qeremûs, ji bo hebûna hêzên Tirkiyeyê yên li herêmê jî ev hişyarî kirin: "Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike û statûya gelê kurd ji holê rabike. Dewleta tirk ne tenê li  başûrê Kurdistanê, hewl dide li  her deverê êrişî statû û berjewendiyên gelê kurd bike. Ji berk u di kar û xebatên me de gelê başûr bi me re ye, em bihêvî ne. Em ê bi riya muzakere û diyalogê; şewazên çareseriyê û hêzeke xurt ava bikin. Xelkê başûr bi tu awayî alozî û şerê navxweyî naxwaze. Ji bo çareserkirina vê aloziyê, çi ji destê me bê em ê bikin. Di vî warî de kar û xebatên me didomin. Em bi hêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê.”   MA / Zeynep Dûrgût