Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin 2020-11-30 11:06:36   AMED - Danişîna doza derbarê endama Komeleya Jinan a Rosa Emîne Esmer de hatibû vekirin, hat taloqkirin.    2'yemîn Danişîna doza bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ya derbarê endama Komeleya Jinan a Rosa Emîne Esmer de hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Esmer a ku ne girtî tê darizandin, tevlî danişînê nebû. Parêzerê Esmer Mehmet Oner di danişînê de amade bû.    Şandeya dadgehê, ji bo ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloqî 17'ê Sibata 2021'an kir.   Di îdîanameya Esmer de, bi sûcdariya tevlî xebatên komeleyê bûye û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heya 15 salan, cezayê girtîgehê ji bo wê tê xwestin.