Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye 2020-11-30 11:19:11 ENQERE - Derket holê ku testên vîrûsa koronayê yên 7 nexweşxaneyên mezin ên li Stenbolê beramberî bi milyonan lîre dane Ferhat Danişman ê bi nêzîkatiya xwe Cemaeta Menzîlê tê nasîn.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî testên Kovîd-19 daxuyanî dabû û gotibû “Di rojên pêşiya me de wê kapasîteya testên rojane derkeve ser 200 hezarî.” Li gorî agahiyên di Bultena Îhaleya Cemaweriyê de cih digire, Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Stenbolê di 5’ê mijdarê de di bin navê “Ji bo tesîsên tenduristiyê di encama beramberiya 6 mehan de sitendina xizmeta testa Kovîd-19 PCR” îhaleyek li dar xist. Wezareta Tenduristiyê ji bo kirina testên Kovîd-19 PCR a ji bo 6 mehan bi 7 nexweşxaneyên cemaweriyê yên mezin ên Stenbolê re, bi du şîrketan re li hev kir. Bi beramberiya milyonan lîre li hevkirin pêk hatiye. Yek ji şîrketên ku Wezaretê pê re li hev kiriye Ferhat    Danişman ê ku bi nêzîkatiya xwe ya Cemaeta Menzîlê tê nasîn e. Danişman di heman demê de li Nexweşxaneya Emsey a aydê Cemaeta Menzîlê ye rêveberek payebilind e.