Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî 2020-11-30 11:19:35   AMED - Dadgehê li xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Velat Oztekin bi îdeaya “Propaganda rêxistinê kiriye" 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî.    3'emîn danişîna doza xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin, Velat Oztekin, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê bi îdeaya Oztekîn di nava salên 2015-2016'an de li ser hesabê medya civakî agahî parve kirine û “propaganda rêxistinê kiriye" ceza birî. Dadgehê li Oztekîn 1 sal û 6 meh û 22 roj ceza birî û ceza taloq kir.