Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin 2020-11-30 13:08:41 ENQERE - Nûçegîhanê Ajansa me Hakan Yalçin ku li gel 7 kesan hatibû binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hat kirin.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) yê Enqereyê Hakan Yalçin jî di nav de 7 kes di 27'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin. Hakan Yalçin jî di nav de 7 kes piştî îfade dan dozger bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin klirin.    Dozger beyî ku îfadeyên kesên dibin çavan de bigire, li ser dosyayê biryar da.     Hatibû îdîakirina ku derbarê nûçegihanê me Yalçin, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê Ezgî Orak û Nevroz Gulen de îxbar hatiyekirin.    Navê kesên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin wiha ne: "Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Hakan Yalçin, Endamê Meclîsa HDP'ê yê berê Erol Çiftçi, Xwendekarê ODTU'yê û  Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûnahan Gozlûgol, Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê Nevroz Gulen, Mesut Çiftçi, Ezgi Orak û Mahmut Altan ê 73 salî û bi nexweşiya kronîk."