Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin 2020-12-01 10:43:24   MÊRDÎN - Girtiya nexweşa pençeşêra malzarokê aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn li Girtîgeha Mêrdînê nayê dermankirin.     Endama Desteya Rêveberên Herêma Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbin Çetin a ku di 26'ê hezîrana 2020'an de, li Amedê di serdegirtina malê de sê saetan bi koçikan hatibû îşkencekirin, dûre hatibû binçavkirin û piştî 12 rojan hatibû girtin, nayê derman kirin. Çetîn li derve demek dirêjbû tedawiya nexweşiya pençeşêrê ya malzarokê didît. Lê piştî hat girtin, tedawîya wê di nivî de ma û nayê derman kirin. Çetin niha li girtîgehê dibin şert û mercên zor û zehmet dijî.      Li gorî nûçeya Jinnewsê, Çetîn a li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin, ne dermanên wê tên dayîn û ne jî dibin nexweşxanê. Çetin ji ber nexweşiya pençeşêrê nikare her xwarinê bixwe û rayedarên girtîgehê jî, xwarinên cuda nadinê. Ji ber ku nexweşiya Çetin lê giran bûye, êdî nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne û zoriyan dikêşe.     Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê, hejmara li ser piyan a di baxçeyê qawişê de ferzî Çetîn û hevalên wê yên qawişê dikin. Lê ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin, her roj derbarê wan de girtek tên girtin.