Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin 2020-12-01 12:38:33   AMED / MERSÎN – Li Amed û Mersînê polisan bi ser malan de girt û 4 kesan binçav kirin.   Di saetên serê sibehê de polisan, li Amed û Mersînê bi ser malan de girt û 4 kesan binçav kirin. Polisan, li Amedê Endama Meclisa Şaredariya Licê Emîne Kaya, Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Resûl Sadak û Rêveberê HDP’a Rezan Sûna Guneş binçav kirin.    Li Mersînê jî polisan li navçeya Yenîşehîrê bi ser mala Bariş Rojvan Pîşkîn (29) girt û ew binçav kir. Her wiha hat hînbûn ku polisan li navçeya Akdenîzê jî bi ser malan de girtî ye û kesên ku li geriyane nedîtine.   Hat hînbûn ku li her dû navendan jî polisan kesên binçav kirine birine miduriyetên polisan.