Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e 2020-12-02 09:55:24   ERZIROM – Nûçegîhanê me Dîndar Karataş, di peyama xwe ya ji girtîgehê şan de ev tişt got: “Sedema zextên li ser ajansa me teşhîrkirina binpêkirinên mafan û îşkenceyên li herêmê ne.”   Di 24’ê mijdarê de li Wanê polisan bi ser mala nûçegîhanê me Dîndar Karataş de girtibûn û ew binçav kiribûn. Piştre di 26’ê mijdarê de li Erziromê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Karataş, ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê derbarê girtina xwe û zextên li ser Ajansa Mezopotamyayê (MA) de peyamek şand.    Peyaman Karataş wiha ye: “Sedema zextên li ser ajansa me teşhîrkirina me ya binpêkirinên mafan û îşkenceyên li herêmê ne. Weke çapemeniya azad bi salan e em bedêl didin. Em bi nûçeyên ku li dijî hiqûqa tenî tariyê tê kirin çêdikin rêya ronî nîşan didin. Em nîşandina xwe ya vê rêyê ji gelan re berdewam bikin. Çapemeniya azad bêdeng nebû, wê bêdeng nebe.”   Karataş, diyar kir ku girtî li benda nameyên piştevaniyê ne û xwest ku rojnamegerên girtî neyên jibîrkirin.