Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin 2020-12-02 12:28:41   STENBOL – Nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek ê ji ber nivîsa xwe ya derbarê Emîne Erdogan de dihat darizandin, hat beraetkirin.   Nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek di 29’ê hezîranê de bi sernivîsa “Çenteyê Hermes ê ku dibiriqe” bale kişandibû ser çenteyê hevjîna Serokkomar Tayyîp Erdogan, Emîne Erdogan. Bi îdiaya ku Îmrek “heqaret li Emîne Erdogan kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna sêyemîn a doza Îmrek li Dadgeha Bakirkoyê hat lidarxistin. Îmrek û parêzera xwe Yildiz Îmrek beşdarî danişînê bûn. Piştî parastina Îmrek û parêzera wî, dadgehê derbarê Îmrek de biryara beraetê da.