26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne 2020-12-02 12:40:52   STENBOL – Wê 26’emîn salvegera bombekirina Ozgur Ulkeyê bê şermezarkirin û rojnameger Ersîn Yildiz ku di bombekirinê de jiyana xwe ji det dabû bê bibîranîn.    Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 26 sal derbas bûn. Di 3’ê kanûnê roja salvegera bombekirinê de li ber avajiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî bê dayîn. Wê daxuyanî ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve bê organîzekirin û di daxuyaniyê de rojnameger Ersîn Yildiz ku di bombekirinê de jiyana xwe ji det dabû bê bibîranîn.    Rojnameya Yenî Yaşamê derbarê bernameyê salvegerê de daxuyaniyek da û ragihand ku wê bernameya bîranînê saet di 11.00’an de li Kadirgayê pêk bê û piştre jî serdana gora Ersîn Yildiz a li Goristana Yeşîlpinarê bê kirin.