Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû 2020-12-02 13:27:00   STENBOL – Hunermend Ferhat Tûnç ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tê darizandin, danişîna wî ya li Stenbolê taloq bû.   Danişîna doza ku ji ber parvekirinên li ser medya civakî li hunermend Ferhat Tûnç hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Buyukçekmeceyê hat dîtin. Di danişîna ku Tûnç tevlî nebû û parezerê wî li amade bû de dozger xwest ku biryara girtinê ya derbarê Tûnç de bê sekinandin.    Heyeta dadgehê, biryar da ku înfaza biryara girtinê ya derbarê Tûnç de bê sekinandin.     Danişîn taloqî 3’ê adara 2021’an hat kirin.