Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî 2020-12-02 14:29:09   AMED – Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ji ber ku wêneyek di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn.   Edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû di sala 2014’an de têkildarî şerê li Kobanê wêneyek ji aliyê ajansa DÎHA’yê ve hatibû belavkirin, di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Ji vê dozê heta 5 salan cezayê hepsê ji Muftuoglû re dihat xwestin. Danişîna doza Muftuoglû li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê hat lidarxistin. Muftuoglû û parêzerê xwe Resûl T amûr di danişînê de amade bûn. Hin rojnamevanan jî danişînê şopand û piştevaniya Muftuoglû kir. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.   MUFTUOGLÛ: MIN WÊNE BI ARMANCA NÛÇEYÊ BELAV KIRIYE   Muftuoglû di danişînê de li dijî sûcdariyê parastina xwe kir û got wê bi armanca belavkirina agahiyê wî wêneyê têkildarî şerê li Kobanê belav kiriye. Muftuoglû da zanîn ku ji ber wê agahî belav kiriye sûcên avêtine ser wê qebûl nake û xwest derbarê wê de biryara beraetê were dayîn.   DOZGER CEZA XWEST   Dozger biryara xwe eşkere kir û bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh ceza ji Muftuoglû re xwest.   BIRYARÊN DMME’YÊ BIBÎR XIST   Li dijî biryara dozger parêzer Resûl Tamûr parastinê kir û destnîşan kir ku wêneyê miwekîla wî belav kiriye li gorî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) sûc nayê dîtin û xwest miwekîla wî ji dozê were beraetkirin.   DADGER CEZA BIRÎ   Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe da û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê hepsê li Muftuoglû birî û biryara hikum paşê were eşkerekirin da.