Tundiya polisan a serdegirtinê: Hûn biqîrin em ê we bikujin 2020-12-02 15:25:37   ŞIRNEX – Meryem Eşkara ku duh bi tundiya polisan hatibû binçavkirin, diyar kir ku bi deqeyan polisan wê derp kiriye û ev tişt got: “Heke tu dengê xwe derbixî em ê te bikujin.”   Duh saetên serê sibehê de polisan li navend û navçeyên Şirnexê bi ser malan de girtibûn û 23 kesan binçav kiribûn.  Yek ji van kesên ku hatibû binçavkirin Endama HDP’ê ya Cizîrê Meryem Eşkara bû. Eşkara dema binçavkirina xwe ji aliyê polisan ve bi deqeyan hatibû derpkirin û piştre ji Miduriyeta -Polisan a Cizîrê hatibû berdan.    '3 TÎMÊN TAYBET KETIN SER PIŞTA MIN'   Meryem Eşkara ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û kêliyên dema binçavkirina xwe û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû vegot. Eşkara, ji ber îşkenceya ku polisan lê kiriye niha bi zorê dimeşe û di bêhngirtinê de zehmetiyan dikişîne.    Eşkara, diyar kir ku dema serdegirtinê de polisan deriyê mala wan şikandine û wiha got: “Ez û hevala xwe Berîvan Kûtlû di nav nivînan de bûn. B çekan deriyên me şikandin û çek xistin serê me. Piştre em avêtin erdê û 3 tîmên taybet ketin ser dilê min. Yek ji wan bi pişt ve bi destê min girt û yek ji wan jî pêl parsiyê min kir. Pişt re Berîvan birin mezala mezin û lêdan. Min jî birin mitbexê. Porê min girtin û bi erde ve kaş kirin. Xaliçeya li erdê rakirin û gotin li ser çîmentoyê îşkence lê bikin. Ji hêla tîmên taybet ve îşkence li me hat kirin. Min jiyana xwe de hovitiyeke wiha neditiye. Der heqê min de biryara binçavkirinê tune bû. Tu sedem nîşan nedan, lê ez binçav kirin.”   JI POLÎSAN 'HÛN BIQÎRÎN EM Ê WE BIKUJÎN'    Eşkara ,da zanîn ku bi qasî 20 deqeyan polisan îşkence li wê û Berîvan Kûtlû kirine û wiha axivî: “Li malê de yek derziyek jî  nehat dîtin. Lê bi êriş û tundiya xwe qiyemat rakirin. Gotin ‘Hûn biqîrin em ê we bikujin’. Du tîmên taybet min birin ianeşînê û gotin ' Tu biqîrî em ê te ji vir biavêjin'. Li dijî wê hovitiyê parastina min dengê min bû. Me dengê xwe dernexistiba wê me bikujtina. Bi dengê me bavê min û birayên min bi hawara me ve hatin. Êriş bavê min û birayên min jî kirin. Nehiştin kes ji avahiyê derkeve. Îşkenceya ku li min kirin, nayê qebûlkirin. Di ser ew polisên ku îşkence li me kirin, çûne giliya me kirine û gotine 'Berîvan Kûtlû û Meryem Eşkara li me xistine'.”   ' TENÊ TIŞTÊ KU MAYÎ DESTÊ WAN DE ZILM Û ZORDESTIYE'    Eşkara, bang li hemû hêzên demokrasiyê kir ku li hemberî îşkenceya AKP'ê bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anîn: “Bila tu kes li hemberî vê hovitiya AKP'ê bêdeng nemîne û qebûl neke. Me tu caran paşde gav neavetiye. Niha tenê tişta di destê wan de maye ev zilm û zordestî ye. Heta dawiyê em ê li dijî vê zordestiyê li ber xwe bidin û tebikoşin.”