193 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-02 19:46:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 193 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 923 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 193 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 31 hezar û 923 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 14 hezar û 129 ye û hejmara nexweşan jî 513 hezar û 656 e.