Li HDP'iyên ku binçavkirina hevserokan şermezar kirin 139 hezar û 500 TL ceza birîn 2020-12-03 09:11:47 OSMANIYE – Li Osmaniyeyê derbarê 45 endamên HDP'ê de bi hinceta di dema protestokirina binçavkirina Hevserokên HDP'ê yê Bajêr de "mesafeya fizîkî" bin pê kirine 139 hezar û 500 TL cezayê pere hat birîn.  Hevserokên HDP'a Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn, di 9'ê Mijdarê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Piştî girtina hevserokan parlementer Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogûllari jî di nav de gelek endamên partiyê xwestibûn li ber avahiya partiyê daxuyaniyekê bidin û girtina hevserokan protesto bikin. Lê belê bi astengiya polîsan re rû bi rû mabûn.    Piştî vê Walîtiya Osmaniyeyê di çaçroveya Qanûna Hifzîssihha ya Giştî de, bi hinceta "mesafeya fizîkî" hatiye binpêkirin derbarê 45 endamên partiyê de bi giştî 139 hezar û 500 TL cezayê pereyî birî.    Yek ji kesên ku ceza lê hatiye birîn jî Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bariş Karabiyik e. Karabiyik, anî ziman ku ji ber ku xwedî li hevserokên bajêr derketine cezayê pereyî li wan hatiye birîn.    Karabiyik, bilêv kir ku di dema daxuyaniyê de bi astengiya polîsan re rû bi rû mane û polîsên ku tevdîra mesafeya fizîkî binpê kirine bi zorê ew ber bi hundirê avahiyê ve tahm dane.    Karabiyik, diyar kir ku gava daxuyanî didan polîsan derbarê pandemiyê de qet ew hişyar nekirine. Karabiyik, destnîşan kir ku bi poşîtîkayeke cihêkar re rû bi rû mane û wê îtiraz bikin.    MA / Hamdûllah Kesen