Tumuklu: A ku tecrîda li Îmraliyê bişikîne têkoşîn e 2020-12-04 09:06:14 STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu diyar kir ku fikirên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî ontolojiya rejîmê ne, lewma rejîm tecrîdeke giran pêk tîne û got: "Heya rejîm bi vî awayî bidome, dê tecrîd jî bidome. Şikandina tecrîda li Îmraliyê bi têkoşînê pêkan e."    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî girangirî didome. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu ji bo tecrîdê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku heya rejîma heyî bidome dê tecrîd jî bidome û ji bo vê bal kişand ser têkoşînê û got: "Şikandina tecrîda li Îmraliyê bi têkoşînê pêkan e."    HEYA OCALAN AZAD NEBE...    Tumuklu, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in didome. Tumuklu, anî ziman ku rejîm baş dizane ku dê fikra Ocalan bandorê li gelê kurd bike û got: "Rejîm baş dizane dê fikra Birêz Ocalan bandorê li vîna gelê kurd bike û bike ku ev vîn şikil bigire. Dizane ku dê bandorê li seyra têkoşîna gelê kurd bike, vê têkoşînê pêş bixe û dê asta wê zêde bike. Ji ber vê nahêle ev fikir bigihê kesên têdikoşin û asteng dike. Îcara heya ku ev rejîm bi vî awayî dewam bike, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan jî dewam bike. Heger em em bixwazin tecrîda li Îmraliyê bişikînin, heger em bixwazin zilma li girtîgehan bişikînin bêguman rêya vê têkoşîna hesabpirsînê ye."   Tumuklu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şikandina vê tecrîdê ew e ku ev faşîmz ber bi goristanê ve bê şandin. Azadiya Birêz Ocalan bi azadiya vî welatî pêkan e. Ji lewra pirsgirêka kurd, pirsgirêka sereke ya azadiya polîtîk a vî welatî ye. Heya pirsgirêka sereke ya azadiya polîtîk neyê çareserkirin, dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin. Heya pirgsirêka kurd neyê çareserkirin dê tecrîda li ser Birêz Ocalan jî nayê şikandin."   ‘TÊKOŞÎNEKE ANTÎFAŞÎST ŞERT E'    Tumuklu, destnîşan kir ku li dijî êrîşên rejîmê êdî divê hêzên demokrasiyê rola xwe bilîzin û got: "Bê sekn divê ber bi girseyê ve biçin. Dibe ku HDP, HDK û KCD ji bo vê yekê zemîn bin, lê divê em zemîneke yekbûyî ya ji vê wêdetir ava bikin. Wekî din tu şansekî me tune ye. Ev ne ezber an jî aforîzmayek e. Rastî û mecbûriyetek e. Îro ro dîrokê bang li me dike. Berpirsiyariya me hemûya ye ku em xwe bidin ber vê bangawaziya dîrokî. Em di serdemeke wiha re derbas dibin ku gotin kêm bûye, lê têkoşîna pratîk bêtir mecbûrî bûye. Lewma ji têkoşîna herî biçûk a heqiyê heya têkoşîna şoreşê em hemû divê bi berpirsiyarî tevbigerin."    MA / Ferhat Çelîk