Li Mêrsînê 300 kes bûn endamên HDP'ê 2020-12-04 09:14:46   MÊRSÎN - Li Mêrsînê, di çarçoveya kampanyaya emndatiyê de, zêdetirî 300 kes bûn endamên HDP'ê. Hevseroka Bajêr Gulbahar Şofer got: "Çendî ku dijî HDP'ê siyaseteke tepisandinê bê kirin jî û çendî ku binçavkirin û girtin çêbibin jî, partiya me di bara gel de cihê hêviyê ye."    Di çarçoveya kampanyaya "Em xwedî li HDP'ê derdikevin, em dibin endam" de ku li dijî binçavkirin û girtinan hatibû destpêkirin, li Mêrsînê zêdetirî 300 kes bûn endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).    Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulbahar Şofer, derbarê kampanyayê de axivî.   Şofer, bal kişand ser zext û zoriyên li ser partiyê û got: "Çendî ku kuçeya ku avahiya HDP'ê lê ye ji bo çûnhatinê girtiye jî, li ber deriyê avahiya wesayîta zirxî ya polîsan sekinandiye. Bi vî awayî dixwazin di warê derûnî de bandorekê li welatiyan bikin. Gava em dipirsin 'Çima hûn li vê derê disekinin?' dibêjin, 'ji bo ewlehiyê'. Em dizanin ev hincet e. Roj heye hejmara polîsên li ber avahiya me, 10-15. Bi vî awayî dixwazin HDP'ê krîmînalîze bikin. Li ber avahiyên partiyên din polîsek jî tune ye."    CIHÊ HÊVIYÊ YE    Şofer, anî ziman ku lê belê ligel ev qas zext û zoriyan jî cardin kampanyaya endamtiyê ya ku Navenda Giştî ya HDP'ê dabû destpêkirin bênavber didome. Şofer got: "Li Mêrsîn û navçeyên wê heya niha zêdetirî 300 welatî bûne endamên partiyê. Ev kampanya, êrîşên AKP-MHP'ê pûç kirin. Wan xwest terorîze bikin, lê gelê me xwedî li partiyê derket. Gelek kes bûn endamç Di dema endamtiyê de welatî bi zext û zoriyan re rû bi rû man. Her wiha hin welatî bi êrîşan re rû bi rû man û gef li wan hatin xwarin. Çendî polîtîkayeke tepisandin û binçavkirin û girtinê bê kirin jî, partiya me di bara gel de dibe cihê hêviyê."    BANG    Şofer, da zanîn ku di pêvajoya kampanyayê de li navçeya Akdenîzê nûnertiyek nû vekirine û got: "Em vê piştevaniyê dorfireh dikin. Lewma em bang li tevahiya gelên bajêr dikin ku daxilî nav kampanyayê bibin. Heger em bi hev re tev bigerin û em li cem hev du bin, em ê karibin ji herheqê hemû pirsgirêkan derkevin. Dê yekîtî û piştevanî me xurtir bike."    MA / Omer Akin