Ji Dayika Aştiyê Kiran banga yekîtiyê: Ne ji bo birakujiyê divê em ji bo yekîtiyê rabin 2020-12-04 09:17:02 AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran têkildarî gengeşiya ku li Başûrê Kurdistanê diqewime axivî û xwest ku rêveberiya Herêma Kurdistanê nebe maşeya tu dewletan û got: “Ji bo ku birêz Barzanî û kesên dora wî şerê birakujiyê bisekînin û xwîna bira neyê rijandin, me laçikên xwe yên bi rûmet avêtin erdê.” Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Amedê Hewa Kiran bi rageşiya ku tê xwestin li Başûrê Kurdistanê di nava hêzên Kurdistanî de biqewime û carek din rê li ber şerê birakujiyê veke nirxand.   ‘PÊWÎSTE PDK NEBE HÊSÎRÊ DEWLETAN’     Kiran bi bîr xist ku di pêvajoya çareseriyê de bi heyetekê çûbûn Herema Kurdistanê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re hevdîtinek pêk anîbûn e û wiha got: “Ji bona yekitiya gelê kurd çêbibe em bi heyetekê çûn bi birêz Barzanî re hevdîtin pêk anî. Em gelek têkoşiyan ku her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek û Kongreya Netewî pêk were. Wexta Başûrê Kurdistanê hat avakirin me got ‘lingekê Kurdistanê hat danîn wê êdî wek Kurdistaneke azad û demokrat pêşve here.’ Lê mixabin ji wê demê heta niha ji bo yekitiya kurd pêk were tu pêşketinek çênebû, tenê ji bona berjewendiyan pêşveçûnek heye. Ji bona yekitiya gelê Kurd çênebe xwe kirin maşe û destê herkesê kirin nav xwe, destên qirêj kirin nav xwe û bi wan destên qirêj hereket kirin. Ji ber wê yekê îro PDK li Başûr bûye hêsîrê dewletan. Çima yekitiyê ava nake? Wexta ku yekitî were avakirin dê berjewendiyên wan jî biqedin”   ‘BAREGEHÊN DEWLETA TIRKIYÊ XETERE NE’   Kiran bal kişand ser baregehên Tirkiyê yên li Herema Kurdistanê û wiha axivî: “Bi qasî ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê baregehên dewleta Tirkiyê hene yên Başûriyan tune ne. Ev xeteriyeke, ne tişteke ji rêzê ye. Me hezar caran gotiye zarokên li wê derê dijîn neviyên bavê te ne. Mirov zirarê nade birayê xwe. Birayê mirov hêz û qeweta mirov e. Wexta DAIŞ’ê êrişî Hewlerê kir kê xwe da pêşiyê? Zarokên vî gelî xwe dan pêşiyê. Îro çi dikin? Çiyayên Kurdistanê bi temamî baregehin û dora zarokên ku birayê wî ne girtine. Heke îro em li welatê xwe bi rengê xwe jiyan nekin, zimanê me were qedexekirin ji ber ku yekitiya me tune ye. Niha pêwîstî bi yekitiya gelê kurd heye û divê gelê kurd bi yekîtiyê rabe. Em naxwazin bira, birayê xwe bikuje. Kuştina biratiyê li lingê xwe xistin e. Heke birayê te ji bo azadiya te li wê derê cane xwe feda bike, gereke tu jî mezinatiya xwe bikî destê xwe deynî bin kevir û ji bo yekîtiyê bikevî nava hewldanan. Yekitiya gelê kurd ji nan û avê ferztir e. Ji bo Kongreya Netewî ya Kurd pêk were çi kesê dibêje ez kurd im divê destê xwe têxe bin kevir. Di demekî nêzîk de bi lezgînî yekitiya her çar perçeyê Kurdistanê û gelê kurd çêbikin.”   ‘JI BO ŞERÊ BIRAKUJIYÊ ÇÊ NEBE ME LAÇIKÊN XWE AVÊTIN ERDÊ’   Kiran destnîşan kir ku ew laçikên xwe yên spî li dijî şerê birakujiyê û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî diavêjin erdê û wiha berdewam kir: “Berê eşirtî hebû. Wexta du eşîran şerê hevdu dikir dayikekê laçika serê xwe diavêt nava wan her du jî disekinîn. Rûmeta wê laçikê hebû. Li gor dîn porê jinekê xuya bike guneheke mezin e. Ji bona ku ev şer bisekine û şerê birakujiyê tune be temamê meclîsên me laçikên xwe yên giranbuha avêtin erdê û porê xwe yên spî derxistin ku kesên dibêjin em mirov in destê xwe deynin bin kevir. Em naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Ji bo ku birêz Barzanî û kesên dora wî şerê birakujiyê bisekînin û xwîna bira neyê rijandin ew laçikên xwe yên bi rûmet me avêtin erdê. Şerê birakujiyê me nagihîne tu derê wê me têk bibe. Em dibêjin yekitî, yekitî, yekitî.”   ‘BILA DESTÊN GEMAR JI BAŞÛR DERKEVIN’   Kiran bang li hêzên kurdan hemû kir ku pêwîste destê aşitiyê û biratiyê dirêjî hev bikin û got: “Ji bona em nebin maşeyê tu dewletan em yekitiya xwe ava bikin. Em dixwazin destên gemar bila ji nav Başûr derkevin. Kesên ku li Rojava dixistin birine dora Qendîlê bi cih kirine. Gelek pêşmerge jî li dijî vê yekê ye. Ew şerê birakujiyê bikin dê xwe biqedînin. Wê nasnameya xwe ya kurditiyê ji holê rakin.”   BANGEK GIRÎNG LI BARZANÎ KIR   Kiran bang li Serokê PDK’ê Mesût Barzanî jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Baregehên xwe rake û yên dewleta Tirkiyê ji welatê xwe derxîne û yekitiya xwe çêbike. Wek dayik em ji te rica dikin. Tu serokek û mezinekî Başûrî xwe hîn mezintir bike. Destê xwe bide birayê xwe bila yekitiya gelê kurd çê bibe. Bi şerê birakujiyê çê nebe. Zarokên me jî yên te ne yên te jî yên me ne wê dilê me bi hev biêşe. Divê her kes ji bo ku Kongreya Netewî ya Kurd çêbibe û şerê birakujiyê çê nebe di nav hewldanan de bin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Eylem Akdag