Girtî derp kirin, dest danîn ser eşyayên wî 2020-12-04 10:51:08 AMED - Girtî Serhat Karsû yê li Girtîgeha Tîpa L A Kalkandere ya Rizeyê di hucreya yek kesî de tê girtin, ji aliyê esker û gardiyenan ve hat dertkirin û dest danîn ser eşyayên wî.    Hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê, esker û gardiyenan di rojên derbas bûyî de, bi ser hucreya yek kesî ya ku girtî Serhat Karsû têde bû de girtin. Karsû, di hevdîtina telefonê ya di 2'yê kanûnê de bi malbata xwe re kir de, tiştên jiyan vegotin.   DEST DANÎN SER EŞYAYÊN WÎ   Karsû, derbarê serdegirtina hucreya xwe de, ev agahî bi malbatê re parve kirin: "Bi awayekê keyfî bi ser hucreya min de girtin. Dest danîn ser  pirtûk, kovar, defter, mase, televîzyon û radyoya min. Li hemberî vê ne heqiyê min bi wan re nîqaş kir. Gardiyenan li ser vê yekê ez derp kirim û heqaret li min kirin. Binê pêlava min jêkirin û wisan dan min. Ji ber ku dest danîn ser maseya min, ez niha li erdê xwarinê dixwim."   Me derbarê mijarê de li girtîgehê geriya, lê ji ber ku bersiva telefona me nedan, me nekarî em agahiyên berfireh bigirin.