Qedexeya li Wanê di roja hezar û 474'an de ye 2020-12-04 11:02:09   WAN - Qedexeya li Wanê di roja hezar û 474'an de jî dewam kir. Walitiyê 15 rojên din lidarxistina çalakiyan qedexe kir.    Walîtiya Wanê, yekemîn qedexeya li darxistina çalakiyan di 21'ê mijdara 2016'an de îlan kir. Walîtiya ku ev qedexeya xwe bê navber dewam kir 15 rojên din lidarxistina çalakî û bernameyên cuda qedexe kir. Walîtiyê di daxuyaniya da de, diyar kir ku heya 19'ê kanûnê hemû çalakiyên bên lidarxistin qedexe kirin e.    Bi vê biryara herî dawî ya walîtiyê re, qedexeya li wanê dewam dike, îro ket roja hezar û 474'an.