Yildirimê HDP’î ku bi koronayê ketiye rakirin nexweşxaneyê 2020-12-04 12:53:21   AMED – Hat hînbûn ku rewşa Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim ku tedawiya kovid-19’ê didît, giran bûye.    Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, di 24’ê mijdarê de ji ber ku nîşanên vîrûsa koronayê pê re peyda bûn, testa xwe kir û testa wî pozîtît derket. Piştî vê yekê li nexweşxaneyeke taybet tedawiya Yildirim hat destpêkirin. Hat hînbûn ku ji ber rewşa wî giran bûye Yildirim rakirine beşa lênêrîna zêde.   Hevjîna Yildirim Canan Yildirim, derbarê rewşa Yildirim de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku hevjînê wê 3 roj in nikare biaxive û bijîjkan biryar daye ku tedawiyeke din li ser pêk bînin.    Nexweşînên şekir û dil bi Yildirim re hene.