Parêzerê girtiyê nexweş giliyê Miduriyeta Polîsan a Amedê kir 2020-12-04 13:11:16 STENBOL – Parêzerê girtî Abdullah Tûran ê ji stûyê xwe heta jêrê felc bûye Vedat Ece diyar kir ku wî derbarê Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji miwekîlê wî re gotiye “ji bo civakê talûke ye” gilî kiriye.   Girtiyê nexweş Abdullah Tûran li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R girtî ne. Tûran ji stûyê xwe heta xwarê felc e. Parêzerê Tûran, Vedat Ece diyar kir ku wî derbarê Miduriyeta Polîsan a Amedê ku ji miwekîlê wî re gotiye “ji bo ewlehiya civakê talûke ye” serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye û gilî kiriye. Ece di daxwaznameya gilîkirinê de destnîşan kiriye ku miwekîlê wî felc bûye, ji îdrara wî xwîn tê, sîng û zikê wî werimiye û nexweşîna giran a mîzdankê derbas kiriye. Ece di daxwaznameyê de bi bîr xistiye ku li gel Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê di 3’yê sibatê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî lê miwekîlê wî nayê berdan.   NEBERDANA MIWEKÎLÊ WÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E    Ece got tevî ku miwekîlê wî nexweşek giran e jî Miduriyeta Polîsan a Amedê nexwestiye miwekîlê wî berdan û ev yek nayê qebûlkirin. Ece anî ziman ku wî Miduriyeta Polîsan 6 meh şûn ve bersiv daya daxwaza dozgeriyê û ev yek bûye sedemê ku rewşa miwekîlê wî girantir bibe. Ece destnîşan kir ku neberdana miwekîlê wî li dijî Destûra Bingehîn e û ev yek Peyamana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê dike. Ece di daxwznameyê de dide zanîn ku ew dixwaze bila hiqûq li ber çavan were girtin û divê wezîfedarên ku mafê miwekîlê wî binpê dikin werin cezakirin.