Di meha mijdarê de ji bo 2 hezar û 946 hesabên medya civakî kirarî hat kirin 2020-12-04 13:39:30   ENQERE – Berdevkê Wezareta Karên Hundir Îsmaîl Çatakli, diyar kir ku di meha mijdarê de 2 hezar û 518 kes hatine binçavkirin û 373 kes jî hatine girtin. Çatakli, da zanîn ku di heman demê de derbarê 2 hezar û 946 hesabên medya civakî de lêpirsîn hatiye detpêkirin û 152 kes hatine binçavkirin.   Alîkarê Wezîrê Karên Hundir û Berdevkê Çapemeniyê yê Wezaretê Îsmaîl Çatakli, civîneke çapameniyê li dar xist û hin agahiyên meha mijdarê parve kirin. Çatakli, diyar kir ku di meha mijdarê de 9 hezar û 770 operasyonên bejahiyê û hezar û 325 operasyonên bajar pêk hatine û di van operasyonan de 2 hezar û 518 kes hatine binçavkirin û 373 kes jî hatine girtin.    TUNDIYA LI SER JINÊ   Çatakli, derbarê tundiya li hemberî jinê de jî daneyan parve kir û ev agahî dan: “Di meha mijdarê de 29 jin hatin qetilkirin. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2020’an de 247 jinan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî sala para ji sedî 22 kêmbûn heye.”    MEDYA CIVAKÎ   Derbarê zextên li ser medya civaki de jî Çatakli, ev agahî parve kirin: “Di mijarê de têkildarî 7 hezar û 462 hesabên medya civakî de xebat hat kirin. Derbarê 2 hezar û 946 hesabên medya civakî de lêpirsîn hat detpêkirin û ji ber parvekirinên wan ên medya civakî 152 kes hatine binçavkirin û 5 kes jî hatin girtin.”