Li Farqînê 416 polikên zîv hatin girtin 2020-12-04 13:52:41   AMED – Li navçeya Farqînê 416 polikên zîv ên dema Roma û Osmaniyan hatin girtin.    Li navçeya Farqînê ya Amedê, 416 polikên zîv ên dema Roma û Osmaniyan ku dihat xwestin bi 400 hezar TL’yî bê firotin, hatin girtin. 4 kesên ku dixwestin polikan bifiroşin hatin binçavkirin. Polikên ku hatine desteserkirin radestî Miduriyeta Muzeya Amedê hatin kirin.