ÎHD: Bila derbarê mirina Erbaş de lêpirsîn bê destpêkirin 2020-12-04 14:11:53   ENQERE – Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê, Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist û bang kir ku peywirdarên cemaweriyê yên destê wan di mirina Ozcan Erbaş ê 16 salî de heye bên tespîtkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.    Di 30’ê mijdarê de li gundê Bêruh ê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê, leşkeran gule li Ozcan Erbaş ê 16 salî ku bi 2 hevalên xwe re çûbû berhevkirina belotan rewşandibû û ew qetil kiribûn. Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê kuştina Ozcan de daxuyaniyeke nivîskî da.   Komîsyonê, di daxuyaniya xwe de hurgiliyên bûyerê parve kir û cih da gotinên şahidê bûyerê. Komîsyonê, Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bîr xist û bang kir ku peywirdarên cemaweriyê yên destê wan di mirina Ozcan Erbaş ê 16 salî de heye bên tespîtkirin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.