Roj bi roj dihele 2020-12-04 15:37:06   QERS – Hat zanîn ku Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Qaqizmanê yê berê Yaşar Ozlu ji ber nexweşînan daketiye 56 kîloyan.   Li Qersê sala bihûrî di 18’ê tîrmehê de polîsan bi ser malan de girtibû. Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Qaqizmana Qersê yê berê Yaşar Ozlu bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin. Ozlu li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H tê ragirtin û hat zanîn ku rewşa tenduristiya wî girantir dibe. Nexweşînên tansiyon û şeker pê re hene û ji dilê xwe emeliyat bûye. Ji ber nexweşînan Ozlu gelek kîlo dane û zeîf bûye. Ozlu ji ber şewba vîrûsa koronayê nabin nexweşxaneyê û tedawiya nayê kirin. Ozlu dema serê ewil tê girtin 137 kîlo ye û ji van kîloyan dadikeve 81 kîloyî.   JI REWŞA WÎ BI GUMAN E   Hevjîna Ozlu, Çîgdem Ozlu diyar kir ku hevjînê wê dem bi deman di hucreyê de tê ragirtin û got: “Ji ber problemên wî yên tenduristiyê gelek kîloyan dide. Beriya pandemiyê ji bo nexweşînên xwe gelek caran serî li girtîgehê da. Lê belê destûra tedawiyê nedanê. Hevjînê min roj bi roj dihele. Em sedema ku zeîf dibe jî nizanin. Heke wî bibin nexweşxaneyê dê sedem were zanîn ji ber çi zeîf dibe.”   DANIŞÎNA WÎ DI 22’YÊ KANÛNÊ DE YE   Ozlu destnîşan kir ku hevjînê wê ji bo danişîna wî ya dê di 22’yê kanûnê de wê li Qersê were lidarxistin sewqî Qersê kirine û got: “Bila girtiyên nexweş hemû werin berdan. Qe nebe bila hepsa malê bidin wan, em ê li wan binêrin.”