Li Şirnexê ji 23 kesên hatin binçavkirin 19 kes hatin berdan 2020-12-04 18:16:52     ŞIRNEX - Ji 23 siyasetmedarên ku li Şirnex û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, 19 jê hatin berdan. .   Li Şirnexê û navçeyên wê çend roj berê 23 siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Duh Hevsrokê HDP'ê yê Silopyayê Kadîr Kunur jî di nav de 6 siyasetmedar hatibûn berdan.   Îro jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hezexê Nafiye Geçgel jî di nav de 8 kes piştî îfadeyê li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 8 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî 6 kes berdan û Rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Dursun Çakir û Yunus Ozen bi iddaya "Endamê rêxistinê" hat girtin.   Kesên ku îro hatine berdan navên wan wiha ne: Hevserokê HDP'ê yê navçeya Hezexê Nafiye Geçgel, Delegeyê KCD'ê Aydin Denîz, Rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê berê Nevzat Kaygusuz, Hevşaredara bajarokê gundikê melê ya berê Leyla Erdem, Hevserokê BDP'ê yê berê Yakup Barkin û Ridvan Uysal.   Her wiha Hevşaredarê berê yê BDP'ê yê Elkê Faîk Dûrsûn ku di bin çavan de ye û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, di binçavan de testa wî ya Covîd-19 pozîtîf derketibû û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, tedawiya didome.