193 kes mirin, 32 hezar û 736 kes jî pê ketin 2020-12-04 19:59:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 193 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 736 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 193 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 736 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 14 hezar û 509 ye û hejmara nexweşan jî 527 hezar û 70 e.