ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-05 09:00:12 * Cîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Can Tuluk, diyar kir ku penaber wekî penaberan nayên qebûlkirin û got: "Ji ber ku li Tirkiyeyê statuyeke qanûnî ya penaberan tune ye, di warê perwerdehî, tenduristî û xebarê de jî bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin."  * Li Amedê rêyên duçerxeyan ku berê hatibûn çêkirin, niha yan tên xerakirin an jî ji hêla esnaf û wesayîtan ve tên dagirkirin. Rêvebirê Komeleya Duçerxeyan a Tîgrîsê Alî Alîoglû got: "Em dixwazin Amedê bikin bajarê duçerxeyan."    * Mehmet Zahît Tûran ku kurê wî Abdûllah Tûran di Girtîgeha Metrîsê de ye û ji stû berjêr felcî ye, anî ziman ku kurê wî bi mirinê re rû bi rû ye, lê belê midûriyeta polîsan rapora "ji bo civakê talûke ye" daye wî. Bav Tûran got: "Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê vexwe, dê çawa ji bo civakê talûke be?"    * Ji ber cezayên hucreyê înfaza Eşref Kaya hatibû şewitandin û paşê Dadgeha Bilind cezayê hatibû birin xera kiribû. Lê belê hîn jî Kaya nehatiye berdan û di girtîgehê de ye.    * Dayikên Aştiyê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku ji bo êdî zarokên wan nemirin divê tecrîd bê rakirin û Ocalan azad bibe.    * Weşanxaneya Lîsê di rojên dawî de îmze avêt bin derxistina gelek pirtûkên giranbuha. Weşanxaneyê 30 pirtûk weşand û bi bîryar e ku heta serê salê 51 pirtûkan biweşîne.   * Berdevkê Meclîsa ÎSÎG'ê Mûstafa Guven, diyar kir ku ji ber tevdîr dijî şewbê nayên girtin cinayetên karî zêde bûne û xwest xizmet û hilberînên me mecbûr demildest bên rawestandin.    * Parlementera HDP'î Meral Daniş Beştaş di sala 2017'an de girtîbû, ji ber ku qawîşa lê bû bi kamerayan dihat şopandin serî li Dadgeriya Înfazê dabû û gilî kiribû. Lê belê dadgeriyê serlêdana wê red kiribû û wê jî serî li AYM'ê dabû. AYM'ê biryar ku ya hatiye kirin binpêkirina mafê jiyana taybet e.    * Li Mêrdînê ji ber ku DEDAŞ'ê ceryana qut kiribû û ev yek bi mehan dewam kiribû, ji sedî 60'ê erdan nehatin ajotin û her wiha berdariya îsal kêm bû. Cotkaran, diyar kir ku ji ber qutkirina ceryanê çinîn bi derengî ketiye û ji ber vê berdariya garis pir kêm bûye.    * Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Asayîşa Êzidxanê de tu tifaq çênebûne û got: "Hikûmeta Iraqê û PDK ji bo pêkanîna vê peymanê israr dikin. Bi YBŞ'ê re hinek îtfaq hatine kirin û li hinek cihan bicih bûye. Ev jî ji bo xweparastinê ye."   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 819'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, wê di hefteya 617'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê, çalakiya xwe ya 454'emîn a "Rûnişta F" li ser hesabê xwe yê medya civakî û li Enqereyê jî di hefteya 326'emîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (11.00-13.30)