Li Amedê hejmara duçerxeyan zêde dibe, lê rêyên wan tên dagirkirin 2020-12-05 09:10:46   AMED – Li Amedê rêyên duçerxeyan ku berê hatibûn çêkirin, niha yan tên xerakirin an jî ji hêla esnaf û wesayîtan ve tên dagirkirin. Rêvebirê Komeleya Duçerxeyan a Tîgrîsê Alî Alîoglû got: "Em dixwazin Amedê bikin bajarê duçerxeyan."    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê cara ewil di sala 2015'an de li Bûlwara Mahabadê rêya duçerxeyan çêkiribû. Şaredariyê rêyeke dirêjahiya wê 11 kîlometre çêkiribû. Piştî vê li gelek deverên bajêr hin rêyên duçerxeyan hatibûn çêkirin. Bi çêkirina van rêyan, li bajêr hejmara kesên ku duçerxeyan bi kar tînin jî zêde bû. Piştî di sala 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, cardin hin rê hatin çêkirin. Lê belê di sala 2019'an de gava cardin qeyûm hat tayinkirin, êdî tu rêyên duçerxeyan nehatin çêkirin.    Li navçeya Rezanê li Kolana Çevlîkê rêya duçerxeyan hebû. Lê belê piştî Xaçerêya Hala Nû hat sererastkirin ev rê hat xerakirin. Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm jî, di Cotmeha 2019'an de ji bo li navçeya Rezan û navçeya Peyasê rêyên duçerxeyan bên çêkirin îhaleyek çêkiribû. Lê belê tu tişt nehat kirin û niha jî rêyên heyî ji holê tên rakirin. Hin rêyên duçerxeyan jî ji hêla wesayîtan û esnafên derdorê ve hatine dagirkirin. Ev yek jî rewşa kesên kesên duçerxeyan dajon zehmetir dike.    Rêvebirê Komeleya Duçerxeyan a Tîgrîsê û perwerdekarê duçerxeyan Alî Alîoglû, anî ziman ku di salên dawî de li Amedê hejmara kesên duçerxeyan dajon zêde bûye.    Alîoglû, bilêv kir ku lê belê ji ber bajarbûyîn û trafîkê zêde dibe ev yek dibe sedema hin pirsgirêkan û got: "Hin prisgirêkên ku ajovan û kesên duçerxeyan dajon guh nadin wan rû didin. Ajovan bi telefonê dilîzin. Heta li xaçerêyan jî bi telefonê dilîzin. Tenê ne ew, hin kesên duçerxeyan dajon jî wiha dikin. Lê belê heger em kesên serwext bigihînin û şaredarî, walîtî û rêveberiyên herêmî jî piştgiriyê bidin, em ê ji derheqê hin pirsgirêkan derkevin."    RÊYÊN DUÇERXEYAN HATINE DAGIRKIRIN    Alîoglû, bilêv kir ku Amed bajarekî ripîrast e, lewma divê li nav bajêr rêyên duçerxeyan bên çêkirin. Alîoglû, anî ziman ku ji ber ku rêyên duçerxeyan tune ne, ev yek dibe sedema hin pirsgirêkên mezin. Alîoglû got: "Nexasim jî gava ajovan berê wesayîtê didin destê rastê û wesayîtn xwe li destê rastê park dikin, ev bandorê li çûnhatina me dike. Êdî kolan fireh bûne û wesayît jî bi lez diçin. Heger em di rêya ku ji bo me hatiye terxankirin de biçin, dê tu mesele nemîne. Lê belê hin esnaf û peya wesayît û amûrên xwe li nav rê park dikin. Heger ev tişt bên safîkirin dê pêşî li ber qezayan jî bê girtin."    Her wiha Alîoglû, diyar kir ku gava rêyên duçerxeyan bên çêkirin divê hin tevdîr jî bên girtin û ji bo vê bal kişand ser daçikandina hin lewheyan û serwextkirina ajovanan.    MÎHRÎCANA DUÇERXEYAN    Alîoglû ku got "Em dixwazin sala 2021'ê bibe sala duçerxeyan" û diyar kir ku ji bo vê jî divê li Amedê mîhrîcaneke duçerxeyan bê lidarxstin. Alîoglû, destnîşan kir ku dê bi vê mîhrîcanê re serwextbûyînek jî çêbibe û di heman demê de dê di warê çandî de jî bandorekê çêbike. Alîoglû got: "Mirovên li cîhanê digerin û tên Amedê, ciwanên me dilê xwe dibijînin wan. Dê ciwanên me jî bi duçerxeyan karibin li cîhanê bigerin. Em dixwain tiştên bi vî rengî li Amedê bikin û mirovên çar aliyê cîhanê bînin vê derê. Yanî em dixwazin Amedê bikin bajarê duçerxeyan."    MA / Tolga Guney - Cahît Ozbek