Dadgeha Bilind cezayê wî xera kir, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye 2020-12-05 09:12:35 STENBOL – Ji ber cezayên hucreyê înfaza Eşref Kaya hatibû şewitandin û paşê Dadgeha Bilind cezayê hatibû birin xera kiribû. Lê belê hîn jî Kaya nehatiye berdan û di girtîgehê de ye.  Eşref Kaya, di 8'ê Tîrmeha 2010'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û bi giştî 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Par di 29'ê Tebaxa par de cezayê wî temam bûbû û diviyabû bihatana berdan. Lê belê ji ber 3 cezayên cuda yên hucreyê înfaza wî hatiye şewitandin û hîn jî di Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F'yê de ye.    Ewilî di 2'yê Gulana 2014'an de bi tawanbariya "zirar daye malê cemaweriyê" 2 roja cezayê hucreyê li Kaya hatibû birîn. Kaya îtiraz kiribû. Lê belê îtiraza wî hatibû redkirin. Cezayê Kaya di 1-3'yê Îlona 2014'an de hatibû înfazkirin. Dû re di 11'ê Nîsan û 21'ê Nîsana 2016'an de bi hinceta "sûcê dîsîplînê kiriye" du caran cezayê hucreyê li Kaya hatiye birîn. Kaya serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'em a Edîrneyê dabû û îtiraz kiribû. Lê belê ev îtiraza wî jî hatibû redkirin û cezayên lê hatibûn birîn di 10-12'ê Tebaxa 2017'an de hatibûn înfazkirin.    Piştî 3 cezayên hucreyê înfaza Kaya hat şewitandin. Diviyabû di 29'ê Tebaxa par de bihata berdan, lê belê hîn jî di girtîgehê de ye.    Parêzera Kaya Ayşe Acînîklî piştî 2 roj cezayê hucreyê hatibû birîn serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yem a Edîrneyê dabû. Lê belê dadgeriyê serlêdan red kiribû. Piştî vê Acînîklî serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yem a Edîrneyê dabû, lê belê dadgehê jî serlêdan red kiribû. Piştî vê parêzer Cînîklî vê carê serî li Dadgeha Bilind dabû. Dadgeha Bilind jî di 2'yê Cotmeha 2019'an de serlêdan nirxandibû û cezayê hucreyê yê li Kaya hatibûn birîn xera kiribû.    Piştî biryara Dadgeha Bilind parêzera Kaya Acînîklî di 2'yê Cotmeha 2020'an de serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'em a Edîrneyê dabû.   Acînîklî anî ziman ku înfaza muwekîlê wî bi awayekî kêfî hatiye şewitandin û sal û 5 meh in beleheq di girtîgehê de tê girtin. Acînîklî, destnîşan kir ku piştî Dadgeha Bilind biryar xera kiriye, diviyabû muwekîlê wî bihatana berdan.    Acînîklî, da zanîn ku heger Dadgeriya Înfazê ya 1'em a Edîrneyê biryareke neyînî bide, dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    MA / Erdogan Alayûmat