Dayikên Aştiyê: Em vê tecrîdê qebûl nakin! 2020-12-05 09:13:07   COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku ji bo êdî zarokên wan nemirin divê tecrîd bê rakirin û Ocalan azad bibe.    Li girtîgehan girtiyên PKK'î û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Dayikên Aştiyê jî bal kişandin ser tecrîdê û xwestin rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin.    Li Geverê Dayika Aştiyê Emîne Engudar, anî ziman ku ji roja ku tecrîd dest pê kiriye heya niha şer nesekiniye û bang li Wezareta Dadê kir ku tecrîdê rake. Engudar, destnîşan kir ku ji bo êdî mirov nemirin divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Piştî Ocalan hat tecrîdkirin mirin û girtin zêde bûn. Heya tecrîd hebe dê mirov bimirin."    Engudar, anî ziman ku ji ber şer li girtîgehan hejmara girtiyan jî zêde bûye û got: "Kî got 'ez kurd im' hat girtin. Em dixwazin aştî û aramî çêbibe, em dixwazin her kes azad bibe. Îqtidar, derbarê kurdan de çi hebe tecrîd dike. Em aştiyeke mayinde dixwazin."    BANG LI DAYIKAN KIR    Dayika AŞtiyê Gulçîn Karabûrk jî diyar kir ku kurd hemû tên tecrîdkirin. Karabûrk, bilêv kir ku ji ber şerê heyî dilê wê peritiye, lewma naxwaze kesên din biêşin û got: "Em her tim li dijî şer in. Çi dayika kurd çi jî ya tirk ferq nake, bila dayik hemû mil bidin milê hev du û doza aştiyê bikin." Karabûrk, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî got: "Zext û zorî li ser gelê kurd hene. Dixwazin girtîgeh serî bitewînin. Ne tenê Ocalan, em gişt tên tecrîdkirin. Îqtidar dixwaze gelê kurd muhtacî wî be. Lewma divê Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê rabin ser pêya. Em naxwazin di grevên birçîbûnê de kes bimire û em dixwazin tecrîd bê rakirin."    'DERIYÊN GIRTÎGEHAN VEKIN'    Dayika Aştiyê Guzel Îşbîlîr ku got "Em vê tecrîdê qebûl nakin" destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê Ocalan azad bibe û got: "Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Bila her kes azad bibe. Em azad bibin. Êdî em naxwazin zarokên me bimirin."