Biryara AYM'ê ya derbarê kamerayên li girtîgehan hatine bicihkirin: Binpêkirina mafan e 2020-12-05 09:14:31 AMED - Parlementera HDP'î Meral Daniş Beştaş di sala 2017'an de girtîbû, ji ber ku qawîşa lê bû bi kamerayan dihat şopandin serî li Dadgeriya Înfazê dabû û gilî kiribû. Lê belê dadgeriyê serlêdana wê red kiribû û wê jî serî li AYM'ê dabû. AYM'ê biryar ku ya hatiye kirin binpêkirina mafê jiyana taybet e.  Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, di sala 2017'an de gava hatibû girtin, ji ber ku qawîşa lê bû bi kamerayan dihat şopandin serî li Dadgeriya Înfazê dabû û gilî kiribû. Lê belê dadgeriyê serlêdana wê red kiribû û wê jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. AYM'ê biryar ku ya hatiye kirin binpêkirina mafê jiyana taybet e.    Beştaş di 30'yê Çileya 2016'an de hatibû girtin û wê ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyeyê kiribûn. Hewadariya qawîşa ku Beştaş lê dima bi kamerayan dihat şopandin. Ji ber vê Beştaşê bi rêya hevjînê xwe yê parêzer Mesût Beştaş, serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yem a Sîlîvriyeyê dabû. Lê belê dadgeriyê serlêdan qebûl nekiribû.    Piştî vê Parêzer Beştaş serî li Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriyeyê dabû û îtiraz kiribû. Lê belê dadgeha cezayê giran jî serlêdan qebûl nekiribû. Ji ber vê serî li AYM'ê dabû.    AYM'ê serlêdana Beştaş qebûl kir û ji Wezareta Dadê parêzî xwest. Wezaretê di parêziya xwe de parastibû ku ji bo di dema bûyerên binpêkirina asayîşê de liv û tevgerên karmendan ên derî pîvanan tespît bikin û ji bo pêşî li êrîşên kîmyewî û biyolojîk ên bi amûrên bê mirov bigirin, li hewadariyan kamera bi cih kirine. Her wiha wezaretê di parastina xwe de diyar kiriye ku di vir de tu xisûseke ku jiyana taybet binpê bike tuneye û xwestiye ev yek daxwaza hatiye kirin bê redkirin.    Lê belê AYM'ê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku tişta hatiye kirin rasterast bandorê li jiyana girtiyan kiriye û mafên wan ên sereke hatiye binpêkirin. AYM'm biryar da ku wezaret 6 hezar TL tazmînat bide Beştaşê.