‘Ji ber bêstatûbûyînê mafê penaberan tê binpêkirin' 2020-12-05 09:37:42   ÎZMÎR - Cîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Can Tuluk, diyar kir ku penaber wekî penaberan nayên qebûlkirin û got: "Ji ber ku li Tirkiyeyê statuyeke qanûnî ya penaberan tune ye, di warê perwerdehî, tenduristî û xebarê de jî bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin."    Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi milyonan sûriyeyî ji warê xwe koç ber bûn. Li gor daneyên 23'yê Îlona 2020'an ên Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyeyê ji xeynî 3 milyon û 621 hezar û 968 sûriyeyên bi awayekî demborî tên parastin, li dor 400 hezar penaberên din ên sûriyeyî jî hene û ji welatên din jî di ser milyonekî re penaber hene.    Cîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Can Tuluk, polîtîkaya Tirkiyeyê ya di warê penaberan de û binpêkirinên mafên ên penaber bi wan re rû bi rû dimînin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    Tuluk, anî ziman ku li Tirkiyeyê penaber ne xwedî statuyeje qanûnî ne û lewma di warê perwerdehî, tenduristî û xebatê de bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Tuluk, bilêv kir ku ev bipêkirinên mafan di gelek qadan de diqewimin û ji bo vê jî bal kişand ser erdheja li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê pêk hat. Tuluk, diyar kir ku penaber tim bi çûyîna welêt re dibin rojev û ji ber vê tim wekî amûreke polîtîk tên bikaranîn. Tuluk, bibîr xist ku li Ewropayê zêdetirî milyonekê penaber hene û li Tirkiyeyê jî nêzî 4 milyon penaberên sûriyeyî hene.    Tuluk, bilêv kir ku ji ber ku rewşa Sûriyeyê ne stabîl e ne pêkan e ku penaber niha vegerin welatê xwe û got: "Li Tirkiyeyê ji ber pêkanînên cihêkar, penaber fêm dikin ku wekî amûreke polîtîk tên bikaranîn."    STATU   Tuluk, bal kişand ser statuya qanûnî ya penaberan û destnîşan kir ku penaber wekî penaberan nayên qebûlkirin. Tuluk got: "Sedema herî girîng jî nediyarkirina statuya wan a hiqûqî ye. Heger hûn di warê hiqûqî de statuya wan wekî penaber diyar bikin, hûn mecbûr in hin mafan bidin. Lê Tirkiye belê Tirkiye li gor peymanên penaberan tevnagere. Li Ewropayê jî tiştekî wiha tune ye. Beriya her tiştî divê statuyeke wan hebe. Ji lewra nebûna statuya wan a hiqûqî tê wateya ku ji maf û xizmetan bêpar bimînin. Ji ber ku statuyeke wan tune ye, mirov nizane dê bi nêzîkatiyeke çawa re rû bi rû bimînin. Heger mafên we yên penaberiyê tune bin an jî hûn nebûbûn welatiyê wî welatî, di qada perwerdehî û tenduristiyê de hûn ê xwedî hin dezavantajan bin. Mesela ji bo meseleya zimên tu alîkarî nayê kirin. Di warê tenduristiyê de jî ji gelek mafan bêpar in. Ji lewra statuyeke wan a hiqûqî tune ye û di bara saziyên fermî de tu qîmetek wan tune ye. Her wiha car heye çav berdidin hin mafên wan ên bi destketine jî."    XIZANÎ   Her wiha Tuluk anî ziman ku ji ber bstatubûnê penaber di warê xebatê de jî bi awayekî bisîgorte naxebitin û got: "Ji ber ku sîgorteya wan tune ye, ên ewilî ji kar tên derxistin penaber in. Nexasim jî di pêvajoya pandemiyê de sûd ji derxistina karî negirtin. Ji lewra wekî welatî nayên hesibandin an jî pir zehmet e ku ji destûra xebatê sûd bigirin. Ji xwe piranî jê bêsîgorte dixebitin. Piraniya wan bi betal man. Jixwe şert û mercên tê de ne di biniya sînorê birçîbûnê de ye û niha bi xizaniyeke dijwar re rû bi rû mane."    CIHÊKARΠ   Tuluk, diyar kir ku piştî erdheja li Îzmîrê daketine qadê û pêwendî bi penaberên bandor ji erdhejê girtine re danîne. Tuluk, bilêv kir ku di warê dayina konan de jî ev cihêkarî dîtine. Tuluk, anî ziman ku penaber mecbûr mane ku rayedaran qaneh bikin ku bandor ji erdhejê girtine, lê mixabin cardin bi cihêkariyê re rû bi rû mane.    MA / Esra Solîn Dal