Înîsiyatîfê xwest girtiyên nexweş ên giran Demîr û Kiliç bên berdan 2020-12-05 12:33:24 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş Naîl Demîr û Mendûh Kiliç û ji bo wan banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya hefteya 326’emîn li dar xist. Înîsiyatîfê ji ber qedexeya derketina kolanan li ser medya civakî çalakiya xwe pêk anî. Înîsiyatîfê, vê heftê, bal kişand ser rewşa tenduristiyê girtiyên nexweş Naîl Demîr û Mendûh Kiliç ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonê dimînin.   ‘PENÇEŞÊRA MÎZDANKÊ Û KOLON’   Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, derbarê rewşa girtiyan de ev agahî parve kirin: “Demîr 56 saliye û 26 salin girtiye. Dema ku ji Girtîgeha Bandirmayê hat sîrgûnkirin, rastî mûameleyên xirab hat. Nexweşiya pençeşêrê ya mîzdankê bi Demîr re heye û ev 4 salin jî bi nexweşiya pençeşêrê ya kolon ketiye. Ji ber vê neçare ku bi kîsê kolostomî re bijî. Ji bo nexweşiya wî ya pençeşêra kolon tenê dermanek dane wî. Di her du çavên wî de jî pirsgirêk hene. Hema bêje qet nabîne. Ji ber nedîtinê nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne.”   ‘TEDAWIYA WÎ EWIQÎ’   Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Kiliç jî û wiha got: “Nexweşiya êşa zirav bi girtî Kiliç heye. Ji bilî vê gelek nexweşiyên wî yên din hene. Ji ber ku hat sîrgûnkirin, tedawiya wî ewiqî. Di demên dawî de her tim dikuxwe, ji qirika wî xwîn tê û nikare bi rehetî nefesê bide û bistîne. Nexweşiyên wî yên pir cîdî hene.     JI BO KU BÊN BERDAN BANG KIR   Çevîrmen, ji bo berdana Demîr û Kiliç ev bang kir: “Ji bo ku Demîr û Kiliç di şert û mercên guncaw de bên dermankirin, divê bên berdan. Ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikarin di girtîgehê de jiyana xwe dewam bikin. Divê ji bo wan derfetên dermankirinê bên avakirin. Mafê wan ên bên dermankirin heye û divê ev yek bê bi cih anîn.”