Muamele xerab li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kirin 2020-12-05 13:26:31 ESKÎŞEHîR – Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, muameleya xerab li girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne hatiye kirin. Malbatan ragihand ku rojê 3 caran bi ser qawişên zarokên wan de tê girtin, amûrên wan ji hev tên xistin û pirtûk û pênûsa wan tên desteserkirin.    Çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û dorveger ku girtiyên doza PKK-PAJK’ê di 27’ê mijdarê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabûn destpêkirin, di roja 9’an de bi koma duyemîn didome. Li girtîgehan muameleya xerab li girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tê kirin. Yek ji van girtîgan jî Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ye.    ROJÊ 3 CARAN BI SER QAWIŞAN DE DGIRIN    Bavê girtî Emrecan Demîr ku li vê girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr, diyar kir ku kurê wî bi rêya telefonê jê re ragihandiye ku şekir, ava fîkî û pêwistiyên din ên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bersivandin û wiha got: “Kurê min got ku 11 kes li girtîgehê dimînin û bi koma duyemîn greva birçîbûnê didomînin. Piştî destpêkirina greve rojê 3 caran bi ser qawişê wan de digirin û amûrên wan ji hev dixînin û pirtûk û pênûsên wan desteser dikin.”   ‘NE TENÊ GIRTÎGEH CIVAK JÎ DI BIN TECRÎDÊ DE YE’   Di berdewamê de Demîr, destnîşan kir ku kurê wî dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019’an de jî 106 di grevê de maye û vê peyama kurê xwe parve kir: “Heta tecrîda li girtîgehê û Îmraliyê rabe wê çalakiya me bidome. Îro ne tenê girtîgeh, li ser civakê jî tecrîdek heye. Em li dijî vê polîtîkayê di çalakiyê de ne.”   Demîr, herî dawî ji ber memeleya xerab a li kurê xwe û hevalên wî yên di greva birçîbûnê de tê kirin banga hestiyariyê li rêxistinên mafê mirovan û raya giştî kir.