Derket holê ku bi kincan hatiye definkirin 2020-12-05 14:54:40 WAN- Derket holê ku penaberê ji Îranê Perzhman Parvizi ku di kareseta kelekê ya di 27’ê Hezîranê de li Gola Wanê çêbû de jiyana xwe ji dest da, bi kincan li goristana bêkesan hatiye veşartin. Parêzerê malbatê, giliya kesên berpirsyar kir.   Di 27’ê hezîranê de li Gola Wanê kelekeke penaberan noqî avê bû û bi xebatên legerîn û rişzagarkirinê yên ku piştî karesatê kirin re 2 jê zarok bi giştî cenazeyê 61 penaberan hat dîtin. Aqûbeta xwediyê kelekê Sedat Akbaş û hin penaberên din ku derbarê wan de jî îxbara windabûnê hatibû kirin nayê zanîn.    28 CENAZE RADESTÎ WELATÊN WAN HATIBÛN KIRIN   Piştî ku hatibûn dîtin cenazeyê 28 penaberan ji Îran, Pakistan û Afganistanê re hatibûn şandin. Cenazeyên mayî jî li goristanên bêkesan ên li Wanê hatibûn veşartin. Ji van cenazeyan hinek jê pişt re radestî malbatên wan ku di dîrokên cuda de hatin bajar, hatin kirin. Yek ji van cenazeyan jî cenazeyê penaberê ji Îranê Perzhman Parvizi bû.    MALBATÊ GILÎ KIR   Malbat di 2’ê cotmehê de ji bo girtina cenazeyê kurê xwe hatibû bajar û derket holê ku dema malbat ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çûye goristana bêkesan bi çavên xwe dîtine ku cenazeyê kurê wan bi kincan hatiye veşartin. Malbatê bi rêya parêzerê xwe Mahmût Kaçav, giliya berpirsyaran kir û daxwaz kir ku O.A. û N.D. ku rast e rast bi definkirinê re eleqedar bûne bên girtin.