Li Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya 2020-12-05 16:49:45   ANTALYA - Li nêzî Gazîpaşa ya Antalyayê, bi pileya 5.4 erd hejiya û erdhej li bajarên derdorê hat hîskirin.    Li nêzî Gazîpaşa ya Antalyayê, bi mezinahiya 5.4 erd hejiya. Li gorî Rasathaneya Kandîllî, erdhej bi pileya 5.4 pêk hat û li gorî AFAD'ê de erdhej bi pileya 5.2 pêk hatiye. Erdhej li bajarên weke, Antalya, Mûgla, Mêrsîn, Isparta, Edene û gelek bajarên derdorê hat hîskirin. Derbarê ziyana giyanî û maddî de, hîna tu agahî nehat bi dest xisti.