Binpêkirinên mafan ên piştî greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Rihayê 2020-12-05 17:08:10   RIHA – Piştî destpêkirina greva birçîbûnê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê kirîna şekir û ava fîkî ya ji girtiyan re tê astengkirin û qota li ser vexwarina avê jî didome. Li girtîgehên tîpên T ên jimar 1 û 2 yên Rihayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 9’an de bi koma duyemîn didome. Mehmet Bînîcî ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimar 2 a Rihayê girtî  ye, roja înê bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên ku li girtîgehê pêk tên ragihand.    Bînîcî, diyar kir ku qota ya li ser ava vexwarinê didome û ev agahî dan: “Amûrên paqijiyê bi pereyan tên firotin, testên    girtiyan nayên kirin. Bi taybetî piştî destpêkirina greva birçîbûnê kirîna şekir û ava fîkî ji girtiyan re tê astengkirin. Girtiyên temenê wandi seriya 65’an de bi hinceta vîrûsa koronayê di hucreyên yek kesî de tên girtin.” Navê girtiyên ku di koma duyemîn de grevê didomînin wiha ne: Abdûllah Eşiyok, Mûhammed Kaya, Osman Ay, Serhat Bûlût, Ahmet Yilmaz, Mehmet Şiyar Kayadag, Mûstafa Mak, Hayatî Omer.