Girtiyê nexweş Mehmet Yavûz serbest berdin 2020-12-05 17:10:25 ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Yavûz ê li GirtÎgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne û xwest bê berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya xwe ya  li navçeya Konakê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Yavûz ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne.    Çîçek, diyar kir ku ji ber pandemiyê girtiyên nexweş nayîn dermankirin û wiha axivî: "Ji ber ku girtiyên nexweş nayin dermankirin, her ku diçe rewşa wan giran dibe. Ev girtî, bi demê re wê bi mirinê re rûbirû bimînin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Yavûze. Yavûz 26 salin girtiye. Gelek nexweşî lê peyda bûne. Divê bi lezgînî bê dermankirin. Berî ku jiyana Yavûz bikeve xeteriyê divê bê dermankirin. Em bang dikin ku Mehmet Yavûz tavilê bê berdan. Ji bo ku di şert û mercên baş de bê dermankirin."